1. mixabin di kurdî de xeletiyeka meşhûr e. lê ya ku meriv diheyirîne û şaş metal dihêle lêrasthatina wê ya di nivîs û peyivîna hin kesên bi kurdî re mijûl dibin de ye. hin tirşikçî radibin û bi tirkmancî re dibêjin adiyamanca, lêbelê şaşbikaranîneka bi vî şiklî hûn di "tirkmancî" ya semsûrê de nabînin. çi ecîb e min ev şaşbikaranîna li kesên elîhî û hin deverên din dîtiye. min li ser vê lêkolîneka berfireha dûr û dirêj nekiriye, lê axir çito bûye dîmeneka wiha di aqilê min de maye. de em werin ser mijara xwe; |
|
01.10.2013 22:38 |
fethî ronî
|
2. Mijara ku bû sebebê vê bersivê |
|
01.10.2013 22:45 |
ceso
|
3. rastnivîsa heta niha herî xweş û herî 'biseruber' hatî ravekirin. (bnr: xwedê ji te razî be) |
|
01.10.2013 23:34 |
azadixwaz
|
4. kirdkî/zazakî de hemverê naye de: "kam" û "kamî" vajîyeno. halo sade de "kam", halo tewênaye de "kamî". |
|
02.10.2013 00:37 |
kurdane
|
5. cînavk belan cînavkên pirsyarê ne. |
|
27.12.2013 00:41 |
dijber
|
6. Îro çendî di kurdiya standart de bikaranîna kî û kê elzem be jî mixabin li pirraniya kurdistanê bikarneanîna "kê" rastiyek e. Herwekî li farqîna amedê bikaranîna "kê" tune ye û Tenê "kî" tê bikaranîn. Kesê ku wekî min bikaranîna kî û kê ji zaroktiya xwe hilnegirtibin ji bo wan cinavkekî weke "kê" di kurdî de tune ye. Heya ji destê min tê rast dinivîsim lê carinan bêhemdî be jî xetayan dikim. |
|
27.12.2013 00:56 |
ceso
|
7. (bnr: bikaranîna kî û kê) |
|
27.12.2013 01:11 |
ceso
|
8. ji bo kesên ku piştî zarokatiya xwe hînî kurdî bûne, tiştekî zehmet e. |
|
27.12.2013 19:27 |
simurg56
|
9. Cînavkên ku pirsa kesan dikin ev her du ne. Yek ji wan xwerû ya din jî tewandî ye. |
|
04.12.2017 20:20 |
xelefêserhedî
|
10. Ku mirov rêzimana kurdî baş nizanibe lê hêdî hêdî bixwe heyirî û piştre dibêje kuro min çi kir.Ev jî şaşîyeke kuro min çi kir e. |
|
11.03.2020 22:48 |
brzn
|
11. Bikaranîna ku carina ez jî tevlihev dikim e. Hevalan baş zelal kirine. Spas dikim. |
|
12.03.2020 11:49 |
xabûrî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |